Çend kes serdanî li me kiriye?
2.05.2011
8.04.2011
Ez li plak û bandan digerim
![]() |
| plaka Elyê Cizîrî |
Ez plak û bandên kevin ên hunermendên Kurda berhev dikim. Li gorî kondîsyon û resentî û kevintî û kêmdîtina wan serê yek
parçekê ji 5 Lîreyan heta 50 Lîreyan pere didim. Heqê kargoyê
li we ye. Ji kerema xwe re tiştên di destê xwe de bi riya e-mailê
bi min bidin nasîn. Ez peryê ku didim ji we re dibêjim.
Baqiyê Narê
elbakiyo@gmail.com.
6.04.2011
Ev malper dê çi bike çi neke?
Mirov cara ewil li welatê me bi cih war bûne, gund û bajaran li vir ava kirine, şên kirine; li ser vê axa bi xêr û ber dest bi cotkariyê kirine; sewalên kovî kedî kirine.
Lê heyfa meriv tê bi wê heyfê ku, dewlemendiyên Kurdistanê, berhemên wê yên dîrokî, an ji alî dagirkeran ve hatine talankirin û rûxandin, an jî bi destê nezaniya me bi armanca dîtina zêran hatine wêran û wêrtas kirin, ji hezaran carek tiştek hatibe dîtin jî ew bi çend quruşanan hatiye frotin.
Em lava dikin dibêjin, qenebe ji vir pêde em li yên mayî xwedî derkevin, wek roniya çavan biparêzin û bo zarokên xwe veşêrin.
Gava berhemek( eser) dîrokî an kevnare ket ber destê yekî, beriya frotinê divê ew bi pîsporek bidanişe; ka ew çi ye çi nîne?
Dibe ku ew tişt li bazarê pere neke lê, bo dîrok û çanda me xwedî qîmetek giranbuha be.
Ev wêneyê pir taybet ji dikanek bi yek banqnotî hat kirîn. Li paş wê bi tirkî "jinkeke kurd li ber şikefta xwe ya ruxandî, Dêrsim, 1938" hatiye nivîsandin.( Arşîva Mamoste Marûf)
Jixwe bo firotinê jî divê mirov bi eksperek Pêewle bidanişe. Ji vîkarî re ekspertîz tê gotin.Gelek caran ji ber nezaniya rê û rêbazê frotinê , entîkeyên herî giranbiha bi erzanî tên firotin û dikevin destê wan kesên qedr û qîmet nezan...
Ekspertîz çiye?
Eksper ew kes e ku di karekî de, an li ser mijarekî pispor e û bi zanebûna xwe tiştê tê ber desta ji her alî ve dinirxîne, qîmeta wê destnîşan dike.
Ekspertîza tiştên kevnare û entîke gelek zehmet e. Her objeyek pîspor û eksperek divê. wek mînak eksperê kilîm û xalîçeyan dibe ku ji sîkeyan fêm neke. Pisporên sîkeyan re nûmîzmat tê gotin û nûmîzmamatîk zanisteke resen e. Dîsa bo nirxandina mobîlyayên kevin, nivîsanên berê, objeyên cam û porselen jî pisporî divê...
Pisporên tiştên antîk wek arkeolog tên binavkirin.
( entîke û antîk ne yek e. Ji berhemên pir kevnare re antîk ( berhemên dîrokî) tê gotin. Ew wek entîke li gorî estetîk û xweşikbûna xwe na, li gorî kevnarebûnê tê nirxandin. Wek mînak parçeyê kasikek sê hezar salî ya ji axê çêkirî ne entîke ye. Lê ji ber ku agahiyên dîrokî û civakî dide, ew wek objeyek antîk tê hesibandin. Pere neke jî bo Arkeologan girîng e. Frotina berhemên antîk bi qanûnan hatiye sînorkirin.)
Ev malper wê çawa alîkariya we bike?
Heke berhemek kevnare, an entîke di destê we de hebe û hûn bixwazin taybetmendiyên wê binasin dora pêşî ji her bereyê ve çend “wêneyên wê yên net” tevî ebadên wê ( firehî, kurahî, dirêjiya wê) bi riya e-mailê ji me re bişînin.
Derheqê wê de çi agahî hebe binivîsin.( Li ku derê hatiye dîtin; xwediyê wê kî ye, derheqê wê de hûn çi dizanin, çend sal e di destê we de ye, Hwd...)
Em ê nêrînên pisporan jî berhev bikin û ji we re bişînin.
Heke hûn jî bixwezin em ê di vê malperê de jî biweşînin ku lêkolînerên me pê bihesin û di lêkolînên xwe de bikaribin jê sûde werbigrin.
Heke hûn jî bixwezin em ê di vê malperê de jî biweşînin ku lêkolînerên me pê bihesin û di lêkolînên xwe de bikaribin jê sûde werbigrin.
Dilê we bi firotina wê hebe ew berhemek têkildarî çanda Kurdî be, wê gavê; em ê wêne û agahiyên wê ragihînin sazî û kesayetiyên Kurda yên meraqdarê entîkeyan û berhemên dîrokî û ji wan daxwaziya kirîna wê bikin.
Kesek eleqedar derket, bi riya e-mailê dibe, bi telefonê dibe, rûberû dibe rasterast hûn ê bi navbeynkariya vê malperê werin cem hev û danûsttendina xwe bikin.
Heke ji sazî û koleksiyoner û meraqdarên Kurda Kiryarek dernekeve wê gavê em ê li ser vê malperê wêne û taybetmendî û bihayê wê biweşînin,
Heke eleqeya berhema di destê we de bi çanda Kurdî re tunebe, em wê "wek malê bazirganiyê" dipejirînin û bi wê sernavê li ser vê malperê diweşînin.
Heke hûn meraqdar û hewesdarê objeyên kevnare bin û li tiştekî bigerin wê demê hûn ê taybetmendiyên wî tiştî bi dorfirehî ji me re bi riya e-mailê bişînin, em ê îlana we di warê ziman de sererast bikin, bixemilînin û li ser vê malperê bidin bihîstin.
Mirazê vê malperê ne bazirganî ye.
Em dixwazin:
- Nivîsar û gotarên pisporên Kurda yên derheqê berhemên entîke, antîke, kevnare, dîrokî û çandî de li ser vê malperê biweşînin.
- Nûçe û nêrînên we xwendevanan yên têkildarî berhemên dîrokî jî ragihînin raya giştî ya Kurdan.
- Nûçe û nêrînên we xwendevanan yên têkildarî berhemên dîrokî jî ragihînin raya giştî ya Kurdan.
-Di mijara berhemên dîrokî, antîk û entîke de di nava Kurda de meraq û hişmendiyekê xurt biafirînin.
- berhemên dîrokî yên kurdistanê, bi taybetî yên heta niha derneketine holê, biparêzin û bidin nasîn.
- Çavkaniyên nû pêşkêşî lêkolîner û dîroknas û weşanxaneyên kurdan bikin.
- Rê li ber berhevkarî û koleksiyoneriya Kurd vekin û bingeh û hişmendiya sazkirina kevnargehekê (mûze) Kurd biafirînin.
Berhemên di warê çandî û dîrokî de giranbiha 

*Her cûre wêne û agahiyên derbarê avahiyên dîrokî de: mizgeft, dêr, kenîşte= sînagog, kel, tirb, gor û goristan, pir, xênî, şikeftên dîrokî.


*Her cûre wêne û agahiyên derbarê avahiyên dîrokî de: mizgeft, dêr, kenîşte= sînagog, kel, tirb, gor û goristan, pir, xênî, şikeftên dîrokî.
*Pirtûk ( kîtabên bi dest hatine nivîsandin) name, secere, lênûsk( defter), hemayîl, her cûre kaxizên destnivîskî.
*Xalîçe û merş (kılîm) û kinc û konên bi dest hatine çêkirin û bi giha hatine boyaxkirin.
* Pano û çîn( oya) û gore û kildank û destmal( şar, temezî, laçikên dor çêkirî) û kum, kofî û mendîlên berê yên bi dest çêkirî.
* Her texlît ( cûre, çêşît) kaxiz û çerm û kasik û hestî û madenên destnivîskî an neqişandî.

* Her texlît ( cûre, çêşît) kaxiz û çerm û kasik û hestî û madenên destnivîskî an neqişandî.
* Çi dibe bila bibe wêne û eşyayên kesên navdarên Kurdan (serok, şervan, dengbêj, serhildêr, nivîskar, hunermend, helbestvan, bilûrvan, sazbend û yên fîrar û mehkûmên destê dewletê)
*Bermahî, wêne, eşyayên medrese û mele û alimên Kurdistanê yên bi nav û deng.
*Bermahî, wêne, eşyayên medrese û mele û alimên Kurdistanê yên bi nav û deng.
![]() |
| Mele Evdilayê Timoqî di nav gelê xwe de |
Dengbêj Şakiro an Kewê Ribat
* Firaq, kasik, tas, misîn, şerbik, teyfik, qûşxane, sitîl, satil, beroş, sinî, kevçî, kemçe hesk, cezwe, fîncan, kûpên kevin ên kevin.
* Sîke, nîşane, pelik, mor, morî, saet, qelûn, lûle, tebaqe, tizbî.
*Gustîl, bazin, gerdenî, xizme, guhar,kember, qorên moriyan.
*Kevir û zinarên nivîskî an bi wêneyan neqişandî.
*Amûrên çandiniyê û sewalwaniyê yên beriya teknolojiya nûjen; gîsin, kam, kotan, erebeyên ga, şehên hiriyê...
*Zîn, heqîf, qamçî.
* Mobîlyayên kevnare yên navdaran, rehle.


*Peyker û bîblo û mînyatûrên welatê me.
* Her cure tablo (yên bi boyaxa neftî, bi boyaxa avî û bi qelemzirîç çêkirî)
Em li benda nivîsar û Nûçe û berhemên we ne.
antîkkurd@gmail.com

*Peyker û bîblo û mînyatûrên welatê me.
![]() |
| Tablokê bi boyaxa neftî ya Rostam Aghala; wênesazê Kurd |
Em li benda nivîsar û Nûçe û berhemên we ne.
antîkkurd@gmail.com
Kaydol:
Yorumlar (Atom)























